Serdêr piştî ku li hundir Kremlîna Moskowê geriyan û katedralên li wir dîtin, divê teqez avahiya Topxaneyê jî bibînin. Bawer bikin dê hêja be. Li vê muzexaneya ku gencîneyên rastîn lê hene, xeml û kincên merasîman, cil û bergên ku çarên Rûsî di merasîman de li xwe kirine, tiştên zêr û zîv ên ku hosteyên Rûsî û biyanî çêkirine, fayton, koleksiyonên amûr û xemlên çek û hespan hene.
Li kêleka koma Kremlîna Moskowê li derveyî sûran, Meydana Sor a ku Katedrala Vasîliyê Ezîz, Mozoleya Lenîn û Baxçeyê Aleksandr lê hene, tê berçavan. Li nêzikî Kremlînê jî Şanoya Bolşoyê heye, ku ew şanoya herî navdar a Rûsyayê ye û di sala 2016an de salvegera xwe ya 240an pîroz kir.