Saint Petersburg
Hûn bi xêr hatin Saint Petersburgê paytexta Bakur a Rûsyayê, ku pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA-2018an dê li vir werin sazkirin
Saint Petersburg
Hûn bi xêr hatin Saint Petersburgê paytexta Bakur a Rûsyayê, ku pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA-2018an dê li vir werin sazkirin
Petersburg paytexta kevin û bajarê herî mezin yê duyem ê Rûsyayê, bajarê herî li bakurê cîhanê ku nifûsa wî ji milyonek kes zêdetire û di heman demê de, di nav bajarên herî mezin ên Ewropa de, bajarê herî gênc e.
Saint Petersburg li ser axên ku Împeretor Petroyê 1. ji Swediyan bidestxistibûn û li dera ku çemê Neva vediqetê şaxan bi avakirina bingeha kelehekê ya di 27ê Gulana 1703an de dikeve nav rûpelên dîrokê.

Deh salên ewil Saint Petersburg wekî keleh, bender û stargeha fîloya Baltikê hate avakirin, lê belê bazirganiya bi rêya deryayê ev der bilez veguhast navenda jiyana aborî ku pîşesazî û hunerên din lê zêdetir dibin.
Bêyî ku demeke dirêj derbas bibe, di sala 1712an de qesra çar ji Moskowê bo Petersburgê hat veguhastin û tê qebûlkirin ku tam ji wî wextî ve paytexta Rûsyayê ji bo peravên çemê Neva hatiye veguhastin.
1. ©Sputnik/Alexei Danichev/Meydana Qesrê ya Saint Petersburgê
2. ©Sputnik/Alexei Danichev/Li ser rêya peravê ya Saint Petersburg û Petrogradskaya, krûvazora Avrora ya aîdê Fîloya Baltikê
3. ©Sputnik/Alexei Danichev/Dîtîna Qesra Zivistanî
Sedsala 20. Gelek bûyerên trajîk li jiyana Saint Petersburgê zêdekirine.

Saint Petersburg şahidiya sê şoreşên wekî Şoreşa 1905-1907an, Şoreşa Sibata 1917an û Şoreşa Cotmehê kir. Bi vê yekê jî nema, şerê navxweyî yê ku piştî Şoreşa Cotmehê destpêkir bû sedema ku hema bêje valabûna bajêr. Di sala 1917an de wê çaxê nifûsa Petrogradê 2 milyon û 500 hezar bû, di salên 1918-1920an de ji ber xelaya ku li bajêr destpêkir li bajêr tenê nêzî 600 hezar mirovî man.

Lê belê rojên herî dramatîk yên dîroka Saint Petersburgê di serdema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hatin jiyîn. Di navbera salên 1941 û 1945an de bajar tam 872 rojan di jêr dorpêçê de ma, di encamê vê yekê de nêzî milyonek û 500 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo wêrekî, berxwedêrî û qehremaniya ku heya wê rojê nehatibû dîtin, pênaseya "Bajarê Qehreman"ji bo Lenîngradê wê çaxê hate dayin.

Di roja me de Saint Petersburg, yek ji giringtirîn navendên Rûsya yên aborî, zanist, kulturê û ragihandinê yê. Di nava Petersburgê û li derdora wê febrîqeyên otomobîlan yên herî zêde cî digrin, bingeha benderê bi awayekî çalak geşe dide, otelkarî û restorantkarî her bi pêşve diçe. Bajar di heman wextî de yek ji navendên herî giring yê geştûguzariya welêt e, beşê dîrokî ya Petersburgê û kompleksên bîrdariyê yên bi dîrokê ve girêdayî di lîsteya UNESCO ya Mîrateya Cîhanê de cî digrin.
©Sputnik/Vladimir Astapkovich/Ji girava Vasîlyevskiy ya li Saint Petersburgê dîtina Keleha Peter û Paul
©Sputnik/Vladimir Astapkovich/Ji girava Vasîlyevskiy ya li Saint Petersburgê dîtina Keleha Peter û Paul
Cihên hêjayê dîtînê
Navenda bajêr bi tena serê xwe bîrdariyekê pêktîne û li vê derê bi meşê an jî otobûs û keştiyan gelek gerên geştûguzariyê tên lidarxistin. Di nav pêkhateyên herî giring yên kulturî û geştûguzariyê de, Muzexaneya Ermitaj, Muzexaneya Rûs, Keleha Peter û Paûl, Katedrala Ezîz İsaac û Bûlwara Nevskiy cî digrin. Jixwe ne mimkûne ku mirov di nava hefteyekê de li derên din yên Petersburgê ku hêjayê ditîne ne bigere.
1. ©Sputnik/Alexei Danichev/Ji aliyê Qada Qesrê ve dîtina Qesra Zivistanî
2. ©Sputnik/Alexei Danichev/Li Qada Qesrê Sitûna Aleksandr
3. ©Sputnik/Alexei Danichev/Ji Qada Qesrê dîtina coka Serokerkaniyê
Li Saint Petersburgê Meydanê Qesrê dilê paytexta bakûr e û yek ji berhemên herî xweşik yê avahîsaziyê ye li cîhanê. Ji aliyekî ve bi Qesra Zivistanî, ji aliye din ve jî bi avahiya sererkaniyê ve pêçayî ye ku her du avahiyên wê yê 3 qatîne û ev avahî bi erebeyên hespan yê merasîmên serkeftinê xemilandîne. Di nîvê wê de jî Sitûna Aleksandr bilind dibe. Li aliyê wê yê rojhilat avahiya fermandariya yekîneya muhafizan cî digre.

Meydanê navê xwe ji qesra ku li ser hatiye avakirin ji Qesra Zivistanê girtiye. Ev avahiya bi heybet li qadeke 9 hektar berfirehî hatiye avakirin û di nava wê de nêzî 1500 odeyî heye, dîtbariya wê ya ji derve û şêweya wê ya avahîsaziyê ya bêhempa herî kêm bi qasî gêncîneyên ku li paş dîwarên Avahiya Împaratoriyê dihatin veşartin karîgeriyê li mirov dike. Niha muzexaneya Ermîtajê ku divê teqez were dîtin jî li vê meydanê cî digre. Li ser dîwarên muzexaneya Ermîtajê ku yek ji mezintirîn muzexaneyên cîhanê yên hunerî ye, bi hezaran berhemên aîdê hunera cîhanê yê navdar hûn dikarin bibînin.
1 - 3. ©Sputnik/Alexei Danichev/Michael Klimentyev/Mikhail Kireev/Li Saint Petersburgê di çemê Neva de Keleha Peter û Paul
Keleha Peter û Paul ya li girava Zayaçiy, berhema herî kevn ya bajêr e, roja ku bingehê kelehê hatiye avakirin wekî roja avakirina Saint Petersburgê tê qebûlkirin û dîroka bajêr jî bi vê rojê dest pê dike. Xetên kelehê, dubarekirina sînorên giravê ne, li goşeyan jî baruyên parastinê yên pênc koşe hene ku ewilê bi depan lê paşê bi keviran hatine avakirin.

Katedrala ewil a Saint Petersburgê jî di nava kelehê de cî digre. Ev katedral demeke dirêj tekane avaniya, avahîsaziya bajêr pêk dianî. Bilindahiya wê tevî serê kelehê 122.5 metre ye û melayîketê ku ev ser dixemiland jî di nav demê de bû sembola Petersburgê.
1. ©Sputnik/Alexei Danichev/Li Saint Petersburgê Dêra Vejîna Îsa,
2. ©Sputnik/Sergey Ermokhin/Li Saint Petersburgê Dêra Vejîna Îsa, Deriyê Çar
3. ©Sputnik/Alexei Danichev/Qefesa bingehîn ya mîhraba Katedrala Ezîz Îsaac û Deriyê Çar
4. ©Sputnik/Alexei Danichev/Li Saint Petersburgê qubeya bingehîn ya Katedrala Ezîz Îsaac
5. ©Sputnik/Alexei Danichev/Hundirê qubeya bingehîn ya Katedrala Ezîz Îsaac
Dêra Vejîna Îsa di 1ê Adara 1881ê de li cihê ku Çar Aleksandrê 2. bi birîneke kujende birîndar bibû hate avakirin.

Katedrala Ezîz Îsaac yek ji sembolên Petersburgê ye ku di şêweya Klasîsizmê de hatiye avakirin û di heman demê de ne tenê li Rûsyayê, li cîhanê jî yek ji avahiyên herî xweşik û girîng ên bi qubeye. Katedral di heman demê de 12 hezar mirovan dikare bihewîne.

Di dema avakirina wê de 43 cureyên mîneralan hatin bikaranîn.
1. ©Sputnik/Alexei Danichev/Dîtina Çeşme Fiskiyeyên Mezin yên li Muzexaneya Peterhof ya Dewletê
2. ©Sputnik/Alexei Danichev/Li Muzexaneya Peterhof ya Dewletê dîtina Çeşmeya Mezin û Fiskiyeya Samson
3. ©Sputnik/Alexei Danichev/Li Saint Petersburgê di serdema şevên sipî de Pira Petroyî
Petergofa ku cihekî din ê hêjayî dîtinê ya Saint Petersburgê ye, li perava kendava Fînlandiya ye, nêzî 10 kîlometroyan li derveyî bajêr cî digire. Di sala 1714an de dest bi avakirina xaniyên çaran yên li derveyî bajêr bû li gor fikrên Petroyê 1. divê ev avanî, ji Qesra Versay ya Fransayê ne kêmtir bûya. Bi vê sedemê li vê derê qesrên ku mirovan efsûnî dikin û fiskiyeyên ku li hemû cîhanê dengvedane hatine avakirin.

Saint Petersburg bajarên pira ye, li vê derê nêzî 800 pirî hene. Helbet divê neyê ji bîrkirin ku yek ji çalakiyên ku herî zêde geştûguzaran ber bi Petersburgê ve kaş dike ev e. Pirên li ser çemê Nevayê, ji bo ku keştî derbas bibin vedibin.
©Sputnik/Mikhail Kireev/Li Saint Petersburgê li girava Krestovskiy Stadyûma Arenayî ya Saint Petersburgê
©Sputnik/Mikhail Kireev/Li Saint Petersburgê li girava Krestovskiy Stadyûma Arenayî ya Saint Petersburgê
Stadyûma Saint Petersburgê
Li gel hinek îstîsnayan em dikarin bêjin ku Saint Petersburg dergûşa fûtbola Rûsyayê ye, lewra di 24ê Cotmeha 1897an de di dîroka Rûsyayê de pêşbirka ewil a fûtbolê ku hatiye belgekirin lidarketiye. Piştî vê bi 4 salan jî, li bajêr lîga ewil a fûtbolê ya Rûsyayê ku dê 20 salan dom bikira hat sazkirin. Di roja me de tîma Zenît, yek jî tîmên herî bi îtîbar yê Rûsyayê ye.

Di çarçoveya Kûpaya Federasyonê ya FIFAyê ya 2017an de li stadyûma li vê derê pêşbirkên destpêk û xelasekê û herwiha du pêşbirkên komê hatin lîstin. Stadyûma Saint Petersburgê statûya arenaya herî tije ya tûrnûvayê stend û bi tevahî mazuvaniya 200 hezar kesî kir.

Di çarçoveya Şampiyonaya Cîhanê ya Fûtbolê ya FIFA 2018an de li Saint Petersburgê, yek ji pêşbirkên nîv fînalê û yek jî pêşbirka sêyemîntiyê dê 2 pêşbirkên xwedî giringiya mezin werin lîstin.

Li gor avahîsazê navdar ê japonî ku proje amade kiribû Kisho Kurokawa, stadyûm bi dîtbariya xwe ya derve, divê bişibe keştiyeke fezayî ku xwe li peravên Kendava Fînlandiya daniye.
Ji aliyê teknolojîk ve jî ev arena bû arenayeke herî modern a cîhanê. Bi banê ku vedibe û tê girtin û qada bi tevger, destûrê dide ku di her demsala salê de, ji konseran heya pêşandanan û her cure pêşbirkên werzîşê û her cure çalakî lê werin kirin.
©Sputnik/Vladimir Pesnya/Li Saint Petersburgê li girava Krestovskiy Stadyûma Arenayî ya Saint Petersburgê
©Sputnik/Vladimir Pesnya/Li Saint Petersburgê li girava Krestovskiy Stadyûma Arenayî ya Saint Petersburgê
Çûn û hatin
Bi balafirê: Balafirgeha Pulkovo, piştî 3 balafirgehên li Moskowê ji aliyê rêwîyan ve balfirgeha herî mezin a çaremîn a Rûsyayê ye û her roj ji her derê cîhanê bi sedan balafir xwe lê datînin.

Bi trênê: Ji payitexta Rûsyayê ji bo mirov biçe Saint Petrsburgê dîsa jî rêya herî baş trên e. Di navbera her du bajaran de rojane bi dehan seferên trênê çêdibin ku her yek ji wan şertên konforeke cuda didin. Li gel trênên kevneşopî yên êvaran ên bi nivîn ku di nava 8-9 saetan de dighine Petersburgê, ekspresên Sapsanê jî hene ku bi roj di nava 4 saetan de ji Moskowê dighine Sainte Petersburgê.
Made on
Tilda