Soçî
Hûn bi xêr hatin bajarê Soçiyê ku dikeve Başûrê Rûsyayê û pêşbirkên Kupaya Cihanê ya FIFA 2018an were lidarxistin!!


Soçî
Hûn bi xêr hatin bajarê Soçiyê ku dikeve Başûrê Rûsyayê û pêşbirkên Kupaya Cihanê ya FIFA 2018an were lidarxistin!
Bajarê Soçî yê bi çiyayên bilind û hewaya xwe yê germ ku li ber perevê behrê ye, balê dikşîne. Soçî bi îklîma xwe ya bêhempa û xweşikiyên wê yên xwezayî bû yek ji bajarên herî girîng yê werzîşê ya Rûsyayê.
Cara ewil di warê nivîskî de gerokê tirk Evliya Çelebî di sala 1641ê de qala bajêr kiriye. Lê belê ji bo vê herêmê hatina mirovan berî 350-400 salî destpêkir. Bajar di sedsala 19an de piştî şerê Osmanî û Rûsan bû bajarê Rûsyayê.

Di roja me de Soçî, yek ji bajarên herî modern ên Rûsyayê ye.
Di sala 2007an de Soçî wekî bajarê ku di sala 2014an de mazuvaniya Olîmpiyatên Zivistanê bike hat hilbijartin. Ji ber vê çalakiya girîng li bajêr rêyên bi sedan kîlometreyî dirêj, îstgehên trênê, balafirgeh, qadên konseran û bi dehan otel hatin ava kirin û nû kirin.
1. ©Sputnik/Mihail Mokrushin/Avahîya Muzexaneya Hunerê ya Soçiyê
2. ©Sputnik/Mihail Mokrushin/Dêra Ezîz Mîhaîl Arhangelsk ya li Soçiyê
3. ©Sputnik/Mihail Mokrushin/Kompleksa otelê ya li Navenda Xişxişokê ya Roza Hûtorê
Li Soçîyê hûn dikarin ji helîkopterê xwe berdin serê çiyayên bilind û ji deştên berfê yên berfireh ku piyên kesî bi wan neketine xwe berdin xwarê.

Di vê maweyê de ji herêmên çiyayî hûn dikarin di nava saetekê de xwe bighînin plajan. Sirtên Çiyayên Qafqasê bi saya taybetmendiya xwe ya xwezayî bi hewayê germ û bi nêm tên nuxamtin.
©Sputnik/Nina Zotina/Teleferîka gundê tatîlê yê Gorkî Gorod ku li berpalên Çiyayên Kafkas yên Mezin yên ku li Herêma Soçiya mezin a bi navê Krasnaya Polyana cî digre
©Sputnik/Nina Zotina/Teleferîka gundê tatîlê yê Gorkî Gorod ku li berpalên Çiyayên Kafkas yên Mezin yên ku li Herêma Soçiya mezin a bi navê Krasnaya Polyana cî digre
Deverên hêjayê dîtinê
Soçî, di cîhanê de piştî Mexîco City bajarê duyem yê herî dirêje û li Rûsyayê jî yê yekem e (145 km).

Li bajêr di nav cihên ku werin dîtin de, gorên perestîşî yên kêvn, rêla Tîso-Samşîtovaya ya 310 hektarî a bîrdariya xwezayî, koşka havîngehî ya Stalîn, gundê ultra modern yê xişxişokê yê bi navê Roza Hutor di serî de tên.

Arboretuma navdar ya li Soçiyê hêjayê balkişandinê ye. Li dorhêla Arboretumê nebatên egzotîk ên ji çar aliyên dinyayê cih digirin. Herwiha ajal û cûreyên çûkên nadîr li vir dijîn. Heke hûn bi teleferîkê biryarê geryanê bidin, li jûrên arboretumê manzareyeke çiya û behrê ya seyr heye.
1. ©Sputnik/Michael Mordasov/Derîyê bingehîn yê têketina Arboterûma Soçî ku 1500 cure, cins û şikl dar û devî lê çêdibin
2. ©Sputnik/Michael Mordasov/Holikê li Arboterûma Soçî ku 1500 cure, cins û şikl dar û devî lê çêdibin
3. ©Sputnik/Nina Zotina/Pelîkana ku di goleke Arboterûma Soçî de cî digre
4. ©Sputnik/Nina Zotina/Bexçeyê Çînê yê ku li Arboterûma Soçiyê cî digre
5. ©Sputnik/Nina Zotina/Qûmriyên reş yên li Arboterûma Soçiyê
6. ©Sputnik/Mihail Mokrushin/Jîjoyê sipî yê niştecihê nû yê Arboterûma Soçiyê
Soçî, bi saya olîmpiyadên zivistanê bû yek ji navendên herî giring yên werzîşê ji yên welêt. Gelek stadyûmên li Soçiyê, ji aliyê projekirinê û şêwazeya lêkirinê de xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku, ji bo gelek beşên werzîşê dikarin werin guhertin. Soçî, ji hokeyê heya bi korlîngê, ji siwariyê heya pêşbirkên Formûla-1ê di gelek cureyan de dikare mazuvaniya pêşbirkan bike.
©Sputnik/Nina Zotina/Stadyûma Fîştê ya li Soçiyê
©Sputnik/Nina Zotina/Stadyûma Fîştê ya li Soçiyê
Stadyûma Fîşt
Stadyûma Fîşt ku stadyûma herî mezin û xwedî kapasîteya herî berfireh ya Soçîyê ku dê mazûvaniya pêşbirkên Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an bike, di sala 2012an de beriya 22. Olîmpiyadên Zivistanê yên Soçîyê hatibû avakirin. Li stadyûmê merasîmên destpêk û dawîyê yên Olîmpiyadên Zivistanî hatibûn lidarxistin.

Navê girên Fîşt yên li rojavayê Çiyayên Kafkas yên Mezin li stadyûmê hatiye danîn. Navê Fîşt tê wateya "serê sipî". Serê stadyûmê dişibe sîpanekî.
1. ©Sputnik/Konstantin Chalabov/Stadyûma Fîşt ya li Soçiyê
2. ©Sputnik/Anton Denisov/Maskotê Fermî yê FIFA 2018ê Gur Zabîvaka
3. ©Sputnik/Nina Zotina/Stadyûma Fîşt ya li Soçiyê
Piştî Olîmpiyadên Zivistanê ji bo pêşbirkên fûtbolê di stadyûmê de tadîlat hatin kirin. Di stadyûmê de 5 hezar jê seyar, herî zêde 45 hezar koltix hene. Di havîna 2017an de stadyûmê di çarçoveya Kupaya Federasyonê de mazuvanîya 3 pêşbirkên komê û pêşbîrkeke nîvefînalê kir.

Di dema Kupaya Cîhanê ya FIFA ya 2018an li stadyûma Fîşt 4 pêşbirkên komê (15, 18, 23, 26 Hezîran) û 2 pêşbirkên play-offê dê werin lidarxistin. Çaryekfînal (30 Hezîran) û Nîvefînal (7 Temûz).

Herwiha di sala 2018an de li rêya navdar ya li peravê ya Soçîyê dê îsal Mihrîcana Alîgiran were li darxistin.
©Sputnik/Alexander Vilf/Dîtîna Parka Olîmpiyadê ya Soçiyê
©Sputnik/Alexander Vilf/Dîtîna Parka Olîmpiyadê ya Soçiyê
Çûn û hatin
Bi balafirê: Balafirgeha Soçî ya Navneteweyî ji navenda bajêr bi 30 kîlometreyî dûre. Balafirgeh bi 60 aliyên derveyî welêt û nav welêt de xizmetê dide. Rêwîtiya balafirê ji Moskowê heta bi Soçiyê 2 saet û 2 deqîqeyan didome.

Bi trênê: Ji îstgehên Kazan û Kurskê yên li Moskowê her roj du an jî 4 trên diçine Soçîyê.

Bi otobûsê: Ji Moskowê heya bi Soçiyê rêwîtiya otobûsê 32 saetan didome.
Made on
Tilda