Kazan
Hûn bixêr hatin bajarê Kazan a mazuvana pêşbirken FIFA 2017 yên Kupaya Konfederasyonan û FIFA 2018 Kupaya Cîhanê!
Kazan
Hûn bixêr hatin bajarê Kazan a mazuvana pêşbirken FIFA 2017 yên Kupaya Konfederasyonan û FIFA 2018 Kupaya Cîhanê!
Kazan yek ji bajarên herî mezin yê Rûsyayê ye ku li ber perava çepê ya çemê Volga cî digre. Ev bajar bi cûrbecûriya ku di nava xwe de dihewîne mirov şaşwaz dihêle. Li vê derê minareyên Îslamî û Manastirên Îsewiyan (xelwetgehên) bajarên antîk û Bajarê Înnopolîs yê Zanistê bi awayekî aştiyane hebûna xwe berdewam dikin.


Kazan dê ne cara ewil mazûvaniya çalakiyên mezin yên werzişê bike. Berî niha di sala 2011an de Şampîyonaya Atletîzma Berz a Ewropa, di sala 2013an de Olîmpiyadên Havînê yên Zanîngehên Cîhanê li vir hatin kirin. Di sala 2015an de Kazanê mazûvaniya Şampiyoniya Cîhanê ya Sporên Avê û di 2017an de jî mazûvaniya Kupaya Konfederasyonan ya FIFa 2017an kir.
©Sputnik/Sergey Guneev/Kremlîna Kazanê
©Sputnik/Sergey Guneev/Kremlîna Kazanê
Herî kêm 8 çîrokên cuda hene li ser derketina holê ya navê Kazanê.

Efsaneya herî popûler ew e ku; kesên xwestine Kazanê ava bikin berî dest bi înşaatê bikin hatine cem efsûnkar û efsûnkar jî ji wan re pêşniyar kiriye ku cihekî bibînin ku kazana tije ava ku dixine nav axê de ji ber xwe ve bikele. Di çîrokê de, tê gotin ku dawiya dawî cihekî wisa li perava gola Kazanê hatiye dîtin û bajarê nû jî li wir hatiye avakirin.

Li gor çîrokên din navê bajêr, ji ber taybetiyên axên wê derê ku dişibine kazanekê ev nav lê hatiye kirin.

Tê qebûl kirin ku dîroka avakirine Kazanê sala 1005an e. Bi vî awayî dîrokeke bajêr a hezar salî heye. Niştecihên Kazanê bi vê yekê gelekî serbilind in.

Di raboriyê de di nava bajêr re rêyên bazirganiyê ku rojhilat û rojava digihandin hev derbas dibûn.
Hêzên Çarê Rûs Îvanê Tirsnak dema ku di sala 1552an de bajar dorpêç kirin, gelek avahiyên li bajêr ruxandin û gel li peravên gola Kabanê bi cih kirin. Yek ji avahiyên herî navdar yên avahîsazîya rûsî Katedrala Ezîz Basîl ku li Moskowê ye, ji bo bîranîna vê serkeftinê hatibû ava kirin.
1. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Dîtina Katedrala Petropavlovsk (Li Pêş), Kremlîna Kazanê (Li nêvî) û Mizgefta Kul Şerîf
2. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Mizgefta Apanayevskaya ku avahîyeke mînaka avahîsaziya Tatarîstanê ya nêviyê sedsala 19. e
3. ©Sputnik/Roman Kruchinin/Navenda Malbatê ya Kazanê
4. ©Sputnik/Roman Kruchinin/Ji milê çepê ber bi rastê ve: Mizgefta Kul Şerif, Baruya Spasskaya ya Kremlîna Kazanê û Katedrala Petropavlovsk
5. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Qesra Serokomariya Tataristanê
6. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Muzeya Niştimanî ya Komara Tataristanê
Di sedsala 18. bajar bû navenda perwerdehî û kulturê ya Herêma Volga. Di sedsala 19. statûya navendeke lêkolînê ya mezin bi dest xist.

Di sala 2005an de salvegera 1000. a avabûna bajêr bi pîrozbahiyên heybet hate pîroz kirin. Ji bo salvegera 1000. Metroya Kazanê, Pira Mîlenyûmê û birek avahiyên din hatin ava kirin.

Di sala 2013an de mazuvaniya Lîstikên Zanîngehên Cîhanê kir ku ji aliyê beşdar û jimara xelatan ve di cîhana de lîstikên herî berfireh bûn. Ji bo pêşbirkan ji 162 welatan 11.759 werzîşkar beşdar bûn û di 27 cureyên werzîşê de ji bo 351 madalyayî têkoşan.
©Sputnik/Sergey Guneev/Kremlîna Kazanê
©Sputnik/Sergey Guneev/Kremlîna Kazanê
Cihên hêjayê dîtinê
Kremlîna Kazanê ne bi tenê sembola bajêr e, herwiha taybetiya komplekseke avahîsaziyê dide ku dîroka bi hezaran sal a bajêr radixîne ber çavan û di nava xwe de avahiyên dîrokî û arkeolojîk dihewîne. Li Kremlîna Kazanê ku di nav Mîrateyên Cîhanê ya UNSECOyê de ye, mirov dikare bermahiyên yekîneyên niştecihbûnê yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bibîne ku ji sedsalên 12-13, 14-15, 15-16. ve mane. Herwiha Kremlîna ku ji kevirên spî hatiye lê kirin jî mirov dikare bibîne
©Sputnik/Maksim Bogodvid/Baruya Suyumbîke
Hûn dikarin li Kremlîna Kazanê Baruya Suyumbîke ya 7 qatî jî bibînin. Ev barû wekî baruya Pîsa ya li cîhanê navdar xwar e û bi awayekî ku were ferq kirin ber bi bakur-rojhilat ve xware. Li gor pîvanên dawî, xwarbûna serê baruyê ji bingeha wê 1,98 santîm e.

Nayê zanîn bê baru kengî hatiye çêkirin û derbarê raboriya wê de tiştek nayê zanîn.
©Sputnik/Maksim Bogodvid/Mizgefta Kul Şerîf, Kazan
Li Kremlîna Kazanê herwiha yek ji mezintirîn mizgeftê Ewropayê mizgefta Kul Şerîf dikare were dîtin. Ev mizgeft kopyaya mizgefta ku di dagirkirina sedsala 16. de hatibû îmhakirin e. Wê serdemê Mizgefta Kul Şerîf herwiha wezîfeya perwerdeya olî û navenda lêkolînê ya li Herêma Volgaya Navîn didît.

Navê mizgeftê, navê melayekî ye ku yek ji serokên parastina Kazanê ya dawî bû.
Kubeya Mizgefta Kul Şerîf, piştî fetha bajêr a di sedsala 16. de hatiye çêkirin û wekî şepqeya Kazanê ya ku xanên Tataran bikardianî hatiye xemilandin.

Mizgeft, ji bo salvegera 1000 a bajêr di sala 2005an de hat restore kirin. Beşeke mezin ya xebatên înşaatê bi bexşên Kazaniyan hat birêvebirin. Ji çil hezarî zêdetir kesên Kazanî ji bo xebatên restorasyonê bexş dan.
1. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Zarokekî ku li maketa Mizgefta Kul Şerîf dinere ku di nava muzexaneya Kremlîna Kazanê de cî digre
2. ©Sputnik/Konstantin Chalabov/Mizgefta Kul Şerîf, Kazan
3. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Qûrana Kerîm a herî mezin ku giraniya wê 800 kîloye û ji aliyê hosteyên Îtalyanî ve ji bo Tataristanê hatiye çêkirin
4. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Qûraneke înteraktîf ku li Mizgefta Kul Şerîf ya di nava kompleksa Muzexaneya Kremlîna Kazanê de cî digre
Di sala 1726an de li Kazanê li ser dêra depîn ya bi heman navî Katedrala Petropavlosk hat ava kirin. Li gor gotinan, mesrefên înşaata katedralê ji aliyê bazirganekê qumêş yê Kazanî ve hatin dayin. Berî bi çend salan Çarê rûsî Petroyê Mezin li mala vî bazirganî maye û 50. salvegera rojbûna xwe li wir pîroz kiriye. Katedral jî ji bo bîranîna vê rojê hatiye ava kirin.

Gelê herêmê ji ber ku li ser dîwarê katedralê gelekî xemlên rolyefî hatine bikaranîn, navê wê kirine Rezên Dêliyan yên Kazanê. Avahiya ku gelek caran şewitiye bi caran hate restore kirin û guhertin. Lê belê rahibên katedralê bi serketin ku îkonostasa 25 metreyî ya rolyefî û xemla bingehîn ku ji çend îkonayên giring pêk tê biparêz in.

Qesra Cotkaran ku di roja me de wekî avahiya Wezareta Cotkarî û Xwurekan tê bikaranîn, li nêzî Kremlîna Kazanê ye.
1. ©Sputnik/Roman Kruchinin/Qesra Cotkaran a li Kazanê
2. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Katedrala Petropavlovskê a li Kazanê
3. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Navenda Malbatê ya Kazanê
4. ©Sputnik/Maksim Bogodvid/Perestgeha Hemû Olan
Ji aliyê avahîsaziyê ve Navenda Malbatê ya Kazanê ku efsaneyeke giring ya derbarê bingeha navê bajêr de nîşan dide gelekî rastî eleqeyê tê. Kazana sifrî ya di avahiyê de bereket û zêdehîye temsîl dike.

Balkêş e ku di serê avahîyeke wisa ya bireveberiyê de ku, rolyefên leoparên bi per û serên ejdera hebin û herwiha ya balkêştir jî ewe ku di serê avahiyê de li bilindahiya 32 metreyan qadeke temaşeyê heye ku bergehê bajêr yê pir xweşik nîşan dide.

Li derdora bajêr, mirov dikare li gundê Staroyê Arakçîno jî Perestgeha Hemû Olan bibîne ku wekî Navenda Çandê ya Navneteweyî tê nasîn. Di avahiyê de taybetiyên avahîsaziya dêrên Ortodoksan, mizgeft, sînagog û perestgehên Bûdîstan tên dîtin. Lê belê ji ber ku avahî wekî sembola hemû olan, kulturan û şaristaniyan hatiye fikirîn tu îbadet lê nayêne kirin.
©Sputnik/Maksim Bogodvid/Kazan Arena
©Sputnik/Maksim Bogodvid/Kazan Arena
Kazan Arena
29ê Îlona 2012an de hat aşkere kirin ku dê Kazan mazuvaniya pêşbirkên Kupaya Cîhanê a FIFA 2018an bike.

Kazan Arena ya 4 qatî ku dikare 45 hezar temaşevanan bihewîne di çarçoveya Lîstikên Cihanî yên Zanîngehan de di sala 2013an de hatibû avakirin. Ev stadyûma ewil e ku Rûsyayê berî Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an ava kiriye. Dema mirov ji jor ve stdayûmê dinere wekî sosinê xuya dike.

Li Kazan Arenayê merasîma destpêk û xelasekê yên Lîstikên Cihanî yên Zanîngehan û hemû pêşbirkên din hatin li darxistin. Di sala 2015an de Şampiyoniya Cîhanê ya Sporên Avê hate lidarxistin. Wê çaxê li cihê qada fûtbolê du hewizên mezin hatin bi cî kirin. Piştî pêşbirkan Arena dîsa veguherî qada fûtbolê û mazuvaniya pêşbirkeke Rûbîn Kazan û Lokomotîv Moskow kir.

Li Kazan Arenayê gelek pêşbirkên komê yên Kupaya Fedrasyonê ya FIFA 2017an hatin lidarxistin. Herwiha stadyûmê mazuvaniya pêşbirka nîvfînalê ya ewil a di navbera tîmên Portekîz û Şîliyê de jî kir.

Kazan Arena, li gel pêşbirkên fûtbolê û çalakiyên din yên werzîşî mazuvaniya konseran û çalakiyên din yên hunerî jî dike.
©Sputnik/Vladimir Astapkovich/Dîmenê ji hundirê Stadyûma Kazan Arenayê
©Sputnik/Vladimir Astapkovich/Dîmenê ji hundirê Stadyûma Kazan Arenayê
Çûn û hatin
Bi balafirê: 26 kîlometroyî derveyî bajêr yek ji balafirxaneyên herî mezin yên Rûsyayê, Balafirxaneya Kazanê ya Navneteweyî heye. Ji hin dewletên Ewropa û şîrketên mezin yên rêyên hewayî ji bo bajêr firîn tên li darxistin.

Bi trênê: Li bajêr yek jê Bakur ya din Navend du xetên bingehîn yên trênê hene ku xizmetê ji bo hemû rêyên bingehîn didin. Hûn dikarin bi trênê ji Moskowê di 12.5an de bighin bajêr, ji St. Petersbûrgê jî hûn dikarin di demeke 24 saetan kêmtir de xwe bighînin.

Bi otobûsê: Ji bo hûn bi otobûsê biçin Kazanê ji Moskowê 15 saet, ji St. Petersbûrgê jî ji rojekê bêtir divê hûn rêwîtiyê bikin.
Made on
Tilda