Feylesofê mezin Immanuel Kant jiyana xwe bi tevahî li Konîgsbergê derbas kir. Ernst Theodor Amadeus Hoffmann li vir ji dayik bû û perwerdehî dît. Feylesofên wekî Johann Gottfried Herder û Johann Gottlieb Fichte, ku tevkarî li çand û zanistiyê kirine, astrofîzîkvan Friedrich Wilhelm Bessel, awazsaz Richard Wagner, teorîsyena siyasetê Hannah Arendt û gelek kesên din li vir mane û xebitîne.
Li gel vê yeke Konîgsberg di tevahiya dîroka xwe de bi dîroka Rûsyayê re bûye xwediyê têkiliyeke xurt. Petroyê Yekem li vir di warê bingehên topvaniyê de perwerde bû û bi îhtimalekê çavdêriya binyada qereqolên teçhîzatkirî kir, ku ev agahî di dema avakirina bajarê Kronştadtê de gelekî bi kêr hatin. Keybanûya Duyem Yekaterîna, dîrokzan Karamzîn, serfermandar Kutuzov, helbestvanên wekî Jukovskiy, Baratiynskiy, Nekrasov û Mayakovskiy serdana Konigsbergê kirin. Konigsberg di sala 1758an de, di dema Şerê Heft Salan de ji bo çend salan tevlî Împaratoriya Rûsyayê bû.
Lê ne têkiliyên dîrokî yên Konigsbergê, lê pozîsyona wê ya bendera li deryaya Baltikê di aqûbeta wê ya sala 1945an de rola sereke lîst. Di encama Konferansa Potsdamê de qismekî Rojhilatê Prûsyayê, ku di nav axa Almanyayê de bû, radestî Yekîtiya Sovyetan hat kirin û di 4ê Tîrmeha 1946an de navê Konigsbergê wekî Kalîningradê hat guhertin.