Rostov-na-Donu
Hun bi xêr hatine Rostov-na-Donu ya ku dê pêşbirkên Kupaya Cîhanê FIFA2018an lê bêne lidarxisitin!

Rostov-na-Donu
Hun bi xêr hatine Rostov-na-Donu ya ku dê pêşbirkên Kupaya Cîhanê FIFA2018an lê bêne lidarxisitin!
Rostov-na-Donu di sala 1749an de li aliyê rastê yê çemê Donê, 46 kîlometre dûrî devera ku çem digihîje Derya Azovê hate avakirin. Serê pêşî yekeya gumrukê hate avakirin û dûre di 1760an de ji bo ewlehiya sînorê başûrê Rûsyayê kelehek hate avakirin. Navê Dimitrî yê Metropolîtê Rostov û Yaroslavê lê hate dayîn.
Bajarê Rostov-na-Donuyê anegorî bajarekî nîsbetên kevn e û bajarê li qeraxa deryayê di demeke kurt de mezin bû û nifûsa wê gihîşte milyonek kesî. Rostov di nava gel de wek deriyê ku vedibe Qafqasyayê û weke paytexta başûrê Rûsyayê tê dîtin. Weke paytexta bavê Rostov û paytexta pale û rêncberên Donê tê naskirin.

Kevneşopiyên Kazaxên Donê (ev îfadeya leşkerî ji serdema 16an ve tê bikaranîn) ji hemû deverên Rûsyayê bihêztir in. Çaraliyên Rostovê bi şûnwarên welatiyan (Gundiyên Kazaxî) ve dorpêçkirî ye. Ji nava vana ya herî navdar devera ku nivîskarê navdar Mixaîl Şoloxov jî lê çêbûye Veşenskaya ye. Li herêmê her tim çalakiyên kazaxî têne lidarxistin. Bo nimûnê lîstikên şer têne lidarxistin. Di nava van lîstikan de kazaxên Donî qabîliyetên xwe yên siwariya hespan, çekdariyê û cesaretê didine nişandan. Bi serkeftinê xwe nam û nişana dayk û babên xwe, stanîstayanên xwe zêde dikin.
©Sputnik/Aleksandr Pogotov/Katedrala Îkonên Dayika Meryem a li parka Drujba a li Rostov-na-Donuyê
©Sputnik/Aleksandr Pogotov/Katedrala Îkonên Dayika Meryem a li parka Drujba a li Rostov-na-Donuyê
Cihên hêjayê dîtinê
Pira Voroşilovskiy a piştî tadîlatan hate vekirin, yek ji sembola bajêr e. Di ser pire re bi peyatî jî mirov dikare biçe. Mîmar Kleiman û endezyar Kuznetsov projeyeke bêhempa ya serdemê pêkanîne: Di bihevvekirina parçeyên pirê de ne qeynax, zemq hatiye bikaranîn. Avahî bi xalatên hesinî bi hev ve hatiye zeliqandin.

Mezintirîn kolana bajêr kolana Bolşaya Sadova yek ji kolanên balkêş e. Li ser kolana Avahiya şarêdariyê, mala Margarîta Çernova û gelek bermayiyên dîrokî cih digirin.
1. ©Sputnik/V. Kozlov/Pira Voroşilovskiy a li ser Çemê Donê a li Rostov-na-Donuyê di navbera salên 1961- 1965an de ji aliyê endazyar N. I. Kuznetso û mimar V. A. Kleiman ve hatiye avakirin
2. ©Sputnik/Anton Denisov/Tevî siluete Rostov-na-Donuyê yê Çemê Donê
Bajarê Rostov-na-Donu bi gelemperî bi kazaxên xwe ve tê naskirin. Li bajêr derbarê kazaxan û dîroka wan de û herwiha derbarê Kazaxên Muhafiz ên Donê de, derbarê pêşangeh û çanda wan de mirov dikare agahiyan wergire. Li vir bermayiyên ku di 25 salan de hatine berhevkirin hene.

Herwiha meraqdar dikarin seredana Muzeya Hunerên Bedew a li herêma Rostovê bikin ku zêdetirî 6 hezarî tablo, peyker û alavên xemilandinê dihundirîne. Li muzeye asarên nîgarkêşiyê yên Şişkîn, Levitan, Vasnetsov û gelek hunermendên rûsî bibîne. Di koleksiyonê de herwiha naturmortên ressamên Holandî û hetta tabloyeke ji atolyeya Rubens jî cih digire.
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Tevî Siluetê Rostov-na-Donuyê dîtina Çemê Donê
Li Rostovê cihekî din yê hêjayî dîtinê Katedrala Dayika Meryam a ku kopyayeke piçûk a Katedrala Isayê Rizgarker a li Moskowê ye. Ev katedral li heman cihî sê caran hatiye avakirin. Ya ewil di encama berq û brûskan de şewitî ye, a dûyem hilweşiyaye. Katedrala ku di dema Sovyetan de hatiye girtin dîsa hate nûkirin. Di sala 1999an balûleya zingil ya çar qatî hatiye restorekirin.
1. ©Sputnik/Sergey Venyavsky/Peykerê Budenovskaya Taçanka yê li têketina başûrê Rostov-na-Donuyê
2. ©Sputnik/Sergey Venyavsky/Katedrala Dayika Meryem û balûleya zengil a li aliyê çepê ya Çemê Donê
Dîrokhez herwiha dikarin peykerê Budyonovskaya Taçanka (alava ku di şer de malzemeyên leşkerî hildigire) an jî bi gotinek din peykerê Taçankaya Rostovê bibînin. Peykerê 15 metreyî di têketina başûrê Rostov-na-Donuyê cih digire. Peyker di çarçoveya bîranîna Artêşa Yekemîn a Bihesp di 60emîn salvegera Şerê Mezin ê Niştîmaniyê hatiye çêkirin.
©Sputnik/Irina Belova/Rostov Arenaya ya li Rostov-na-Donuyê
©Sputnik/Irina Belova/Rostov Arenaya ya li Rostov-na-Donuyê
Rostov Arena
Ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an li bajêr stadyûmeke din hate avakirin. Kapasîteya Rostov Arenayê 45 hezar e. Mirov dikare ji trîbûnên li bakûrê stadyûmê manzaraya seyr a Donê bibîne, herwiha ji devera sergirtî ya stadyûmê daristan û beriya Donê… Ev stadyuma nû ji ber ku metal û cam têde hatine bikaranin, derveyê wê weke cameke biqirêj xuya dike. Buhayê avakirinê digihîje 19.8 milyar rubleyî ( 334 miyon dolar)

Li gorî teqwîma pêşbirkê, dê pêşbirkên grûbê û fînala çaryekê were lîstin. Tê çaverêkirin ku pêşbirkên di rojên 17, 20, 23, 26 Hazîran û 2ê tîrmeha 2018an werin lîstin.
©Sputnik/Alexey Filippov/Rostov Arenaya ya li Rostov-na-Donuyê
©Sputnik/Alexey Filippov/Rostov Arenaya ya li Rostov-na-Donuyê
Çûn û hatin
Bi balafirê: Ji Moskowê bo Rostov-na-Donuyê ji balafirxaneyên Domodedovo, Vnukovo û Sheremetyevo her roj sefer têne li dar xistin. Dema rêwîtiyê 2 saet e.

Bi trênê: Di navbeyna Moskow û Rostov-na-Donuyê de her roj ji Îstasyona Kazanê rasterast seferên trênê têne li dar xistin. Dema rêwîtiyê 17 saet û 34 xulek e.Sefer ji terefê şîrketeke taybet bi navê 'Dona Bêdeng' têne li dar xistin. Herwiha ji Rostowê di ser Anapa, Adler û Kislovodskê de bi awayekî veguhestinî bi trênên taybet rêwitiyeke bikonfor dikare bê kirin

Bi otobûsê: Yên ku dixwazin bi otobûsê bêne Rostov-na-Donuyê ji termînala Orehovo ya li Moskowê an jî li istasyona Komsomolskaya seferên çûn û hatinê têne lidarxistin. Dema rêwîtiyê 16-17 saet in.
Made on
Tilda