Volgograd
Hûn bi xêr hatine Volgograd a ku dê pêşbirkên Kupaya Cîhanê FIFA 2018an lê bêne lidarxisitin!

Volgograd
Hûn bi xêr hatine Volgograd a ku dê pêşbirkên Kupaya Cîhanê FIFA 2018an lê bêne lidarxisitin!
Volgograd a ku li qeraxa çemê mezin yê Rûsyayê Volgayê ye bi demê re bûye navendeke darayî û bazirganiyê. Volgograd a ku gelek caran navê wê hatiye guhertin mazûvaniya şerên giran ên zêdetirî 70 salan kiriye û weke bajarê ku sêyra Şerê Duyemîn ê Cîhanê guherandiyê tê nasîn.
Di dîrokê de cara ewil di belgenameyên di sala 1589an de weke Tsaritsîn tê behskirin. Bajêr navê xwe ji çemê biçûk ê li herêmê yê ku dirije ser Volgayê Tsaritsînayê stendiye.

Ber bi destpêka sedsala 20an li Tsaritsînê zêdetirî 230 febrîqeyên çalak hebûn û bi vî awayî ji bajarekî biçûk ê bazirganiyê veguherî navenda endustriyê, ku gelek saziyên endustriye lê bi cih bûn.

Di sala 1925an de dema ku bajar ji nûve hatin binavkirin, navê bajêr ji ber rola mezin a Stalin a di dema şerê navxweyî de parastina bajêr, wek Stalingrand hate guherandin. Navê çemê Tsaritsinayê jî bû Pionerka.
Ji Tîrmeha 1942an heta Sibata 1943an dorhêla bajêr û hundirê bajêr lêkdanên herî girîng ên Şerê Duyemîn ê Cîhanê qewimîn.
1. ©Sputnik/Zelma/Şerê Stalingradê: Li hemberî avahiyeke êrîş. Mijdar 1942
2. ©Sputnik/Natalya/Leşkerên Artêşa Sor yên ku li Kolanên Stalingradê şer dikin
3. ©Sputnik/Zelma/Di dema Şerê Stalingradê de Fermandarê Mufrezeya serbazan a 95. Tîmên Bitiving û 241. Alay a bi tivingê sivik Pavel Poldberg
4. ©Sputnik/Alexander Mokletsov/Şerê Stalingradê. Di warxanê bajêr de balafireke Naziyan
5. ©Sputnik/Stalingradê bi bin êrîşan de. Şerê Mezin ê Welêt (1941-1945)
Mezitirîn şerê dî dîroka mirovahiyê de Şerê Stalingradê ye û bi qasî 200 rojan dewam kiriye. Yekîneyên Alman di eniya Sovyet û Almanan de tevî leşkerên dîl û yên winda bi qasî milyonek û nîv wendahî dan, bi gotineke din çaryeka artêşa xwe winda kir. Yekîneyên Sovyetan jî ewqas windahî dan, bajar bi tevahî bû xirbe.

Volgograd piştî şer jinûve hate îskankirin û avakirin lê plana dîrokî ya bajêr hate parastin. Di vê navberê de baregehên çek û cebilxane û tesîsên darayî yên li derav û cihên niştecihbûne ji hev vediqetand hatin rakirin.

Volvograda ku di sala 1961ê navê xwe yê niha stendiye beramberî çemê Volgayê 90 kîlometreyî ramediyaye, mezintirîn bajarê li herêma Volgayê ye.
©Sputnik/Kirill Braga/Peykerê peykersaz Vladimir û Danila Surovstseviy yê Maraşalê Yekîneyên Sovyetan Konstantin Konstantinoviç Rokossovskiy
©Sputnik/Kirill Braga/Peykerê peykersaz Vladimir û Danila Surovstseviy yê Maraşalê Yekîneyên Sovyetan Konstantin Konstantinoviç Rokossovskiy
Deverên hêjayê dîtinê
Li girikê Mamayev a ku mazuvaniya şerên herî giran yê Şerê Stalingradê kiriye kompleksa abîdevî ya 'Welat Gazî' dike heye. Ev devera balkêş a turîstîk a bajêr dirêjahiya xwe 85 metre ye û ji her deverê bajêr xuya dike.

Ev kompleksa abîdevî hêmanên cuda ên hunerî, mîmarî û xwezayî tîne ba hev di sala 1960î de ji terefê peykersaz Yevgeniy Vuçetçin ve hatiye avakirin. Di hundirê komplekse de herwiha saloneke pêşandanê, gornistaneke abîdevî û Dêra Hemû Ezîzan heye. Li Girê Mamayevê li destpêka ku diçe ber bi peyker ve bi qasî hejmara şerê Stalingradê yanî 200 pêlik hene.
1. ©Sputnik/Kirill Braga/Kûlîkên li Girê Mamayev di dema rêûresmên serfiraziyê yê li Volgogradê
2. ©Sputnik/Evgenya Novozhenina/Berhemên multîmedyayê yê ku di 72. Salvegara Şerê Stalingradê li Muzexaneya Stalingradê a li Volgogradê tê pêşandan
3. ©Sputnik/Evgenya Novozhenina/Maketê Volgogradê yê ku di 72. Salvegara Şerê Stalingradê li Muzexaneya Stalingradê a li Volgogradê (Stalingradê) tê pêşandan
4. ©Sputnik/Kirill Braga/Li Salona Şerefê ya li Girê Mamayevê li Volgogradê di 70. salvegera Şerê Stalingradê kulîlkên ku bo bîranînê hatine dayîn
5. ©Sputnik/Evgenya Novozhenina/Rêûresma bo bîranîna 72. Salvegera serfiraziya hêzên Sovyetî ya li hemberî hêzên Naziyan di Şerê Stalingradê de li Kompleksa Abîdevî ya Girê Mamayeva li Volgogradê
Muzeya Panoramîk ya Şerê Stalingradê ya li navenda bajêr a li kêleka çemê Volgayê girîngtirîn Şerê Cîhanê yê Duyemîn vedibêje. Li hundirê muzeya panoramik aşekî ku xira bûye (Ev dever tekane avahî ye ku ji dema şer heta îro maye) û devereke ku çek û cebilxaneyên leşkerî têne pêşandan heye.

Kêmzêde bi mezinahiya xwe ya 2000 metreyî ev panorama mezintirîn tabloya hunerê ye li Rûsyayê ku encama Şerê Stalingradê ya 26ê berfanbara 1943an a Harekata Kolstoyê tê vegotin. Herwiha li muzexaneyê çekên ku ta roja me hatine parastin, xerîte, madalya û cil û bergên leşkerî tên pêşandan.
1. ©Sputnik/Alexey Filippov/Avahiya aşekî buharê ya ku di navbera salên 1941-1945 a di dema Şerê Mezin yê Welêt de tahrîb bûye, li Volgagradê Muzexaneya Şerê Stalingradê a Panoramîk (Li çepê)
2 - 3. ©Sputnik/Alexey Filippov/Sergey Mamontov/Muzexaneya Şerê Stalingradê li Volgagradê
Yek ji deverên turîstîk ê Volgogradê jî Pergala Metrotramê ya Volgografê ye ku aliyekî wê metro aliyê din tramway e. Qismekî mezin yê van pergalên îstasyonên tramwayê li yek kolanê ne û li navenda bajêr 6 îstasyonên din jî di bin erdê de ne.

Geryaneke li bajêr jî dê kêyfeke xweş bide. Li Volgogradê gelek berhemên mîmariya Stalînîst ên weke park, qadên hêşîn, peyker û abîde hene.
1. ©Sputnik/Kirill Braga/Trêna bilêz a li Îstasyona Yelşanka ya li Volgogradê
2. ©Sputnik/Vladimir Fedorenko/Santrala Hidroelektrîk Volgagrad a nêzîkî Volgogradê
Dema ku hal û wextê we li cih be, hun dikarin Santrala Hidroelektrîkê ya Volgagradê jî bibînin. Ev santral îro hê jî xelkê şaş û matel dike di sala 1961ê de hatiye avakirin. Santral mezintirîn santrala li Rûsyayê li hêla Ewropayê ye. Li aliyê din ê bajêr, ji devera ku Cûbara Volga-Donê dest pê dike peykerekî din yê Vladimir Lenin heye. Peyker di nava 'yekemînî'yên bajêr de cih digire û bi 'mezintirîn peykerê ku ji şexsiyetekî dîrokî re hatiye çêkirin' ketiye Kitêba Rekoran a Guinnesê.
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Volgograd Arena
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Volgograd Arena
Volgograd Arena
Di sala 2018an li Volgogradê dê 4 pêşbirkên grubê bêne lîstin. Ev stadyûma nû nêzî kompleksa abîdeya Girê Mamayevê cih digire.

Ev stadyum yekemîn stadyum e ku bi pergala hilcoya hişkkirî hatiye çêkirin. Li gorî texmînan dê sahayeke ku ji binve were germkirin û xwedan trîbûnên sergirtî be û dê mazuvaniya 45 hezar temaşevenî bike.

Li gorî mîmarên wê, dê derveyî stadyûmê weke moşekeke hewayî were xuyakirin û stadyum bi xwe jî dê dîroka bajêr yanî Serkeftina Mezin bide nîşan dan.
©Sputnik/Alexey Filippov/Volgograd Arena
©Sputnik/Alexey Filippov/Volgograd Arena
Çûn û hatin
Bi balafirê: Ji Moskowê her roj bo bajêr seferên balafirê hene. Di vê navê de ji Petersburg û Yekaterinburgê jî bo bajêr seferên rasterast hene.

Bi trênê: Ji Îstasyona Volgograd-1ê ji Moskowê bo St. Petersburg, Rostov-na-Donu û Yekaterinburgê û bo gelek bajarên din trên hene. Lê rêwitiya bi trênê alternatîfeke baş nîne lewra rêwîtî gelek dem dixwe. Rêwîtî ji Moskowê bi qasî 20 saetan ji St. Petersburgê bi qasî rojekê dem dixwe.
Made on
Tilda