Stadyum niha li ser daxwaza FIFAyê cardin tê avakirin. Aliyê dîrokî yên trîbûnê wê têne parastin û dê bibine aliyekî xwezayî yên stadyûma nû.
Di dema pêşbirkên Kupaya Cîhanê de 13 hezar kes di trîbûna demkî, bi tevahî 35.000 kes wê cih bigirin. Piştî şampiyonayê dema ku trîbûnên demkî bêne rakirin dê kapasîteya stadyûmê dakeve 23.000 kesan. Mezinahîya stadyumê 105x68 metre ye.
15, 21, 24 û 27ê Tîrmehê de li Yekaterînbûrg Arena dê 4 maçên grubê bêne lîstin.