Samara
Hûn bi xêr hatin bajarê bazirganî, xebatên fezayê û çastûşkayan (Stranên gelerî) Samarayê, ku dê pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an jî lê werin li darxistin!
Samara
Hûn bi xêr hatin bajarê bazirganî, xebatên fezayê û çastûşkayan (Stranên gelerî) Samarayê, ku dê pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an jî lê werin li darxistin!
Samara bi yekemîniyên xwe navdare. Li Rûsyayê perava herî dirêj a berçem, Li Ewropayê îstgeha herî mezin a trênê û qada herî mezin li bajêr cî digre.
Baş nayê zanîn bê bajar kengî hatiye avakirin, lê belê dîroka avabûnê bi fermî 1586 tê dîtin ku li ber çemê Samarayê wê salê kelehek hatiye avakirin.

Keleha li bajêr ji bo ku êrîşên koçberan asteng bike û tevgerên li ser çemên Volga û Samarayê kontrol bike hate avakirin. Bajar bi vî awayî derfêt dida ku axên bi bereket werin bidestxistin.

Di serdema Yekîtiya Sovyetan de navê Samara hate guhertin. Navê bajêr ji bo bîranîna rayedarê Sovyet û endamê partiyê Valerîan Kuybişev, wekî Kuybişev hate guhertin.
© Sputnik/Yuri Streletc/Peyerê avakarê Samarayê Grigoriy Zasek yê ku peykertraş Karen Sarkisov çêkiriye
Di serdema Şerê Mezin yê Welêt de xebatkar û malbatên hinek kargehên mezin yên Sovyetê anîne bajêr.

Balkêşe ku Yûrî Gagarîn jî nû rêwîtiya xwe ya fezayê a efsaneyî xelas kir hate Kuybişevê. Gagarîn, bi telefonê ji vê derê rapor da ku wî rêwîtiya xwe bi awayekî serkeftî temam kiriye.
Li Samarayê ji wê demê ve Navenda Moşek û Fezayê ya Progress heye ku moşek lê têne hilberîn. Moşeka ku navgîna fezayî Vostok a ku Gagarîn pê çûbû fezayê jî li vê navendê hatibû çêkirin.

Samara li gel serkeftinên xwe yên leşkerî û di qada fezayê de ji aliyê ku gelek nivîskarên rûsî jê pir hezkirine jî navdare. Lev Tolstoy, Maksîm Gorkiy û Gavrîl Derjavîn bajar ziyaret kirine û Aleksey Tolstoy li vir çêbûye û beşeke mezin a jiyana xwe li vir derbas kiriye.
©Sputnik/Igor Ageyenko/Dêra Ezîz Georgiy. Di plana dawî de jî Sîrka Dewletê ya Samarayê
©Sputnik/Igor Ageyenko/Dêra Ezîz Georgiy. Di plana dawî de jî Sîrka Dewletê ya Samarayê
Cihên hêjayê dîtinê
Li navenda Samarayê cihekî pir balkêş heye ku ev ji bo bajarekî Rûsyayê ne tiştekî ji rêzê ye. Dêra Gotîk Polonyayê ku wekî Dêra Dilê Pîroz tê zanîn.

Dîroka dêrê digihe dêra depî ku di sala 1890an de ji aliyê komeke katolîk ve hate avakirin ku piraniya wê ji kesên Polonî pêk dihat. Dêr ji ber vê yekê wekî Dêra Polonya tê zanîn. Di serê sedsala 20an de jî, dêreke bi keviran hate avakirin ku bi dehan salên paşê giringiya xwe wenda kir. Dêr hate girtin û talan kirin, paşê jî bû Muzexaneya Dîroka Xwecihî ya Samarayê.

Ji serê salên 1990an ve dêr ji bo koma katolîk hate dayîn û xizmeta xwe berdewam kir. Dêr di roja me de wekî avahiya herî bilind ya Samarayê tê dîtin.
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Dêra Dilê Pîroz ya li Samarayê
Cihekî din yê ku dê li Samarayê were dîtin jî Xelwetxaneya Jinan a Îverskiye ku di nîvê sedsala 19an de hatiye ava kirin. Xelwetxane ji hêla avahîsaziya xwe ve bi gelek aliyan di dîtbariya bajêr de erkeke giring digire.
1. ©Sputnik/Nikolay Hiznyak/Xelwetgeha Jinan a Iverskiy a li Samarayê
2. ©Sputnik/Konstantin Chalabov/Xelwetgeha Jinan a Iverskiy a li Samarayê. Li milê çepê: Şapela Şehîdên dem Çariyan
3. ©Sputnik/Nikolay Hiznyak/Baluleya Zingilê Xelwetgeha Jinan a Iverskiy a li Samarayê
Li Samarayê herwiha Dêra Luteryen Ezîz Georg heye. Dêr di serdema 19an bi bexşên bazirganê rûsî Yegor Annayev ve hatiye avakirin.

Dêrê wezîfeya navenda rûxanî ya Almanên ku li herêma Samara dijîn dianî cih. Li dêrê ji bo zarokên malbatên Alman kreşek û dibistanek hebû.
©Sputnik/Yuri Streletc/Dêra Ezîz Georg Luteryen a li Samarayê
Herwiha li bajêr Stargeha Stalîn cih digre ku ji serdema Yekîtiya Sovyetan ve tê parastin. Ev avahî di dema Şerê Mezin yê Welêt de, wexta ku saziyên berz yên Sovyetan û dîplomasiyê û kargehên dewletê ji bo bajêr hatibûn veguhastin hatiye çêkirin.

Postê Serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst yên Sovyetan Joseph Stalîn di kûrahiya 37 metreyan a vê stargehê de cî digirt.

Perestgeh di salên 1990an de ji bo ziyareta geştûguzaran hate vekirin.
1. ©Sputnik/Aleksey Babushkin/Odeya nepen a baregeha Stalîn
2. ©Sputnik/Yuri Streletc/Korîdorên Baregeha Stalîn a ku mezintirîn baregeha ku nepeniya wê hatiye rakirin
3. ©Sputnik/Aleksey Babushkin/Odeya Civînê ya baregeha Stalîn
Li Samarayê herwiha yek ji kargehên herî kevn yê bîrayê a bi navê Kargeha Bîrayê ya Jîgulevsky cî digre. Kargeh di sala 1881an de ji aliyê karsazê Avusturyayî Alfred von Vacano ve hatibû avakirin.

Bi salan re gelek guherîn di kargehê de pêkhatin. Wekî mînak di sala 1914an de dema li Rûsyayê eraq hate qedexekirin kargeh wekî depoya cebilxanê û revîrê wezîfe kir. Herwiha li kargehê hilberîna narincok, nivîn û nan jî hate kirin.

Di roja me de jî li kargehê bîrayên navdar yên Jîgulevskiy û soda û vexwarinên bi xaz ten çêkirin.
©Sputnik/Yuri Streletc/Kargeha Bîrayê ya Jigulevskiy
Samara, li gel avahiyên geştûguzariyê yên azamet , bi peyker û bîrdariyên kesên navdar yên rasteqîn û yên lehengên fîlman û hunerî jî ku li her derên bajêr tên ditin balê dikşîne.

Li kolanekê fermandarekî Artêşa Sor Vasîliy Çapayev xwe nîşan dide, di yeke din de lehengê romana Yaroslav Haşek a bi navê Leşkerê Şêr Şvayk derdikeve pêşiya we. Li perava Volgayê jî peykerekî bronzî ku tabloya Îlya Repîn ya bi navê Kelekvanên Lî Volgayê teswîr dike cî digre.

Di dema geryana li bajêr herwiha mirov dikare lehengên kult ên fîlmên Sovyetê bibîne, Hevrê Suhov ê filmê Tava Çolistan Spî û Yurî Detoçkin ê Li Wesayîtê Haydar be (Beregis avtomobilya) hindek ji van lehengan in.
1. ©Sputnik/Igor Ageyenko/Peykerên kelekvanên Volgayê li qeraxê Samarayê
2. ©Sputnik/Yuri Streletc/Peykerê Ezîz Knyaz Pyotr û Knyagina Fevroniya
3. ©Sputnik/Nikolay Hiznyak/Peykerê Fermandara Artêşa Sor Vasiliy Çapayev yê ku peykertraş Matyev Manizer çêkiriye ku li meydana Çapayev a li Samarayê ye
Peykerên lehengê kitêbên zarokan yên navdar li Samarayê jî hene. Bo nimûne Peykerê Buratino yê ku mefteyeke zêrîn digire li nêzîkî Muzexaneya Aleksey Toldsoy jî cih digirin.

Peykersazên hemdêm ên Samarayî di xemilandina bajêr de nam û nîşanên xwe hiştine. Peykerekî bi navê 'Keşfa Mirovayetiyê' a li qeraxa Volgayê meyl û bala serdêrên Samarayê dikşîne. Hindek kes jî bi pisîka ku xwe li ser petegeke qalorîferê dirêj kiriye re fotografan dikşînin. Ev peykerê pisîk û petega qalorîferê di 150. salvegera dahênana petegê qalorîferê li destpêka Santrala Termîk ya Samarayê hatibû danîn.
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Samara Arena
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Samara Arena
Samara Arena
Stadyuma nû Samara Arena mazûvaniya 45 hezar temaşevanî dike. Di çarçoveya Kupaya Cîhanî FIFA 2018an de, çar maçên grûban ku Tîma Netewî ya rûsî jî tê de cih digire, çaryek fînalek û nîv fînalek dê bêne lîstin.

Stadyuma ku Cepheyê derveyîn yên stadyûmê bi du kasnakên lihev geriyayî hatin pê, ji aliyê sêwirandinê dişibe kevirekî. Stadyumeke ku ji binî ve tê germkirin û servekirî ye û aliyê temaşevanan sergirtî ye.

Samara Arena, mezintirîn stadyûm e ku ji bo şampiyonayê hatiye avakirin. Herwiha stadyum bi 1200 koltuxên xwe yên VIPê mezintirîn stad e ku VIPa wê mezin e.
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Samara Arena
©Sputnik/Konstantin Chalabov/Samara Arena
Çûn û hatin
Bi balafirê: Ji balafirgeha Navnetewî ya Kurumoçê hema bê her roj ber bi bajarên din ên Rûsyayê û derveyê Rûsyayê firîn hene. Ji Moskowê firîn saetek û 45 xulek, ji Petersburgê jî 2 saet û 25 xulek dikşîne.

Bi trênê: Îstasyona Trênê ya Samarayê yek ji mezintirîn îstasyonên Rûsyayê ye. Bi bilindahiya xwe ya 101 metreyî bilindtirîn îstasyona Ewropayê ye. Trênên taybet ên Jigulî her roj di navbeyna Moskow û Samarayê de xîzmetê dide. Dema rêwîtiyê 13 saet e. Herwiha trêneke duqat di 14 saetan de digihîje bajêr.

Mirov dikare bi şîrketa taybet a 'Samara'yê ji St. Petersburgê bighîje Samarayê. Dema rêwîtiye kêmzêde rojek e.
Made on
Tilda