"Divê em hevalbendiya kurdan bikin. Wan biçek bikin. Wan, da nîşandan ku ev şervanên bêhempa û Hevalbendên dilsoz in. Divê em ji berê bêtir hevkariyê bi wan re bikin." Donald Trump Serokê Dewleta Amerîkayê Di dema kampanyaya hilbijartina serokatiyê de (Sibat 2016) |
"Me ji Tirkiyeyê re bi zelalî eşkere kir ku em ê bi PKKê di têkoşîna li dijî terorîzmê ku me hemûyan tehdîd dike (DAIŞê) hevkariyê nekin." Mark Toner Berdekê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê 25.04.2017 |
"Em misogeriyan werdigrin ku HSD dê çekan tenê li dijî DAIŞe bi kar bîne. Eger em bi bîr bînin ku em xizmeta şêwirmendiyê didin van hêzan û bi wan re diçin û tên, em dê bi awayekî hevdem vî tiştî bişopînin." Jeff Davis Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) 12.05.2017 |
Nûçeyên di rojên dawî de ku di saziyên medyayê de cih girtin, Amerîka bi sedan TIR çek û tankan ji hêzên kurdan re şandine ne rast in. Ev nûçe rastiyan nadin nîşandan. Amerîka ji ti komên ku li dijî DAIŞê şer dikin re tank neşandiye. Amerîka ji hêzên koalîsyona ereban k udi bin banê HSDê de ne, re çekên sivik dişine." Li gorî daxuyaniya li ser sîteya Balyozxaneya Amerîkayê li Tirkiyeyê 03.08.2017 |
"Ez ji rizgarkirina bajarê Reqayê ku DAIŞê wek paytexta xwe ragihandibû ji aliyê hevalbendê me yên ku li dijî DAIŞê şer dikin ve gelek kêfxweş im. Di encama hevkariya me de bajêr bi temamî ji DAIŞê hat rizgarkirin." Donald Trump Serokê Dewleta Amerîkayê |
(Serokê Dewleta Amerîkayê) Trump, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê alîkariya leşkerî ya ji bo hevkarê Amerîkayê de haydar kir. Daxuyaniya Qesra Spî ya di derbarê hevdîtina Erdogan û Trump de 25.11.17 |
Çekên ku ji aliyê kategorîk ve hevlbendê me Tirkiyeyê tehdîd bike, em ê ji paşve bistînin Eric Pahon Berdevkê Maseya Rojhilta Navîn yê Pentagonê 01.12.2017 |