Referandûma Herêma Kurdistanê
Birêveberiya Herêma Kurdistanê bi awayekî yekalî biryar da ku 25ê Îlona 2017an dê referandûma serxwebûna ji Iraqê pêk bîne. Li gorî daxuyaniya fermî yên herêmê, referandûm dê tenê ne li deverên di bin birêveberiya Herêma Kurdistanê de dê li hemû herêmên "Kurdistanî" yên li derveyî herêmê, lê di bin kontrola Pêşmergeyan de pêk were. Anku Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Şingal û hin deverên din.

"Dem hatiye kurd serxwebûna xwe ragihînin. Lê em dixwazin bi diyalog, muzakere û bi aştiyane ji Iraqê cihê bibin".

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma kurdistanê
Kurdên iraqî ji bo bidestxistina serxwebûnê, gelekî bi pêş de çûne. Wan niha li herêma Kurdî ya di nava Iraqê xwe xweseriyeke berifreh bi dest xistiye ku artêşa wan heye û petrola xwe bi xwe difiroşin.
BERTEKÊN WELATAN
"Li gorî daxuyaniya wî, li gorî min bi rastî jî daxuyaniyeke gelekî gelekî şaş e. Ji ber ev çend sal in ku hesasiyeta me di mijara yekîtiya axa Iraqê de dizane. Li gel ku hesasiyeta me dizane jî. Îca li gel vê jî, nexasim Kerkûk, li gel ew jî dizane, radibe û li gorî xwe hewl dide hinek operasyonan pêk bîne ku ez van bizavan qet rast nabînim".
Recep Tayyip Erdogan
Serokkomarê Tirkiyeyê
"Bijarteya referandûmê ya Birêveberiya Herêma Kurdistanê bijarteyeke şaş e. Dibe ku siberoja Iraqê Şêlû bibe û rê li ber karesatan veke. Ev karest tenê dê kurdan nexe nava xwe lê dê bandorê li ewlekariya Iraq û herêmê jî bike."
Muhemed Cewad Zarif
Wezîrê Derve yê Îranê
"Em hêvî dikin ku gava vê biryarê didin, li ser encamên vê gavê yên siyasî, jeopolîtîk, demografîk û aborî yên vê mijarê fikirîbin û wan rastiya ku pirsa kurdî ji sînorê Iraqê buhiriye û dikare bandorê li rewşa welatên cîran bike jî bi bîr anîbe."

Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê
"Ji bo referandûmeke qanûnî, pêwîstî bi Neteweyên Yekbûyî û çavdêran heye. Wiha diyar e ku zehmet e, piştgirieke qanûnî ya navdewletî bo referandûma 25ê Îlonê bê peydakirin. Lewra em diyar dikin ku rêya hatiye bijartin xeter e. Ne tenê DYA lê tevahiya welatên hevpeymanê ji me re ragihand ku piştgiriya referandûmê nakin".
Brett McGurk
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo têkoşîna li dijî DAIŞê
Îsraîl li dijî terorîzmê bi tevahî derdikeve lê piştgiriyê dide xebatên meşrû yên gelê kurd daku bigihêje dewletên xwe."
Benyamîn Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê
"Em ê nehêlin Îsraîleke duyem li bakurê Iraqê çêbibe"
Nûrî el-Malikî
Alîkarê Serokkomarî û Serokwezîrê berê yê Iraq
DÎROKA KÊŞEYÊ
Piştî şerê cîhanê yê yekem:
Brîtanyayê di 1921ê de Emîr Feysel wek qiralê birêveberiya di bin parastina xwe de ragihand. Şêx Mehmûd Berzencî li dijî mêtîngehkariya brîtanî ji bo avakirina dewleteke serbixwe şer kir. Sala 1922an Berzencî Qiraliyeta Kurdistanê ya paytextê wê Silêmaniyê ragihand û ew jî bû qiralê wê. Qiraliyeta ku du salan dewam kir, piştî ku brîtaniyan dest danî ser Silêmaniyê bi dawî bû.
Salên 1940î:
Hewldanên 20 salan ên kurdan ji bo bidestxistina xweseriyê her têk çûn heta sala 1945an ku Mela Mistefa Barzaniyê di sala 1931ê de bûbû serokê eşîrê serhildanek da destpêkirin. Li gel ku serhildan hat têkbirin jî, Komara Kurdistanê li Mehabadê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê di nava sînorên Îranê de çêbû û Barzanî roleke giring tê de lîst. Lê di heman salê de û piştî ku YKSSÊ ji Îranê vekişiye, komar rûxiya. Mele Mistefa xwe spart YKSSê.
Salê 1950î û 1960:
Dijberiya serweriya ingilîzan li Iraqê bingehê derbeya 1958an amade kir. Kurdan heta asteke bilind piştgirî da derbeya Ebûlkerîm Qasimî û piştî wê derbeyê, bo cara yekem kurd wek pêkhateyeke resen a Iraqê di destûrê de hatin qebûkirin. Mela Mistefa ji surgina xwe ya YKSSê vegeriya û têkiliyên baş bi Bexdayê re danîn. Lê Qasimî sozên xwe yên xweseriya kurdan neanîn cih û piştî wê dê serhildana Barzanî dîsa dest pê kir û şerê çekdarî dîsa dest pê kir.
Salên 1970î û 1980yî:
Serhildana kurdan sala 1961ê ji nû ve dest pê kir. Sala 1968an Sedam rola sereke di derbeyeke din de lîst ku di sala 1971ê de bi Mele Mistefa Barzanî re peymaneke xweseriyê îmze kir lê sala 1975an Sedamî ew peyman piştguh kir. Kurdan dîsa dest bi têkoşîna çekdar kir. Di şerê 1980-88an yên Iraq û Îranê de, Îranê di dema şerî de piştgiriya kurdan kir. Piştî şerî agirbest di navbera kurdan û hikûmeta navendî de hat îmzekirin. Sala 1988an Sedam li navçeya Helebceyê êrîşeke kîmyewî pêk anî û bêtirî 5 hezar kurdên ku piraniya wan jin, zarok û pîr û kal bûn kuştin.
Piştî sala 1990î:
Cotmeha 1991ê Kurdistana Iraqê bi awayekî fîîlî xweseriya xwe ragihand.

Temûza 1992an hikûmeta herêmî hat ragihandin.

Di 30 Rêbendana 2005an de Birêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê hat ragihandin.

15ê Cotmeha 2005an Herêma Kurdistanê êdî dahata wê ya serbixwe hebû û hêza wê ya leşkerî(Pêşmerge) hebû ku ev di destûra bingehîn a Iraqê de hatibûn qebûlkirin. Di madeya 140î de hat qebûlkirin ku Kerkûk û hinek herêmên Diyala, Selahedîn, Nînewa û Wasitê wek herêmên nakok hatin qebûlkirin ku diviyabû rewşa wan sala 2007an diyar bibûya lê ew made nehat sepandin.
Piştî sala 1990î:
25 Hezîrana 2009an: Parlementoya kurdistanê pêşnûmaya nû ya destûra bingehîn qebûl kir. Li gorî wê destûrê tê pêşbînkirin ku Kerkûk û herêmên Nînewa û Diyaya û deverên din ên herêmên nakok tev li Birêveberiya Herêma Kurdistanê bibin.

25 Temûz 2009an: Hilbijartinên Parlementoya kurdistanê pêk hatin. Wê roja bo cara yekem hilbijartinên serokatiyê jî çêbûn. Mesûd Barzanî wek serokê herêmê hat hilbijartin.

27 Hezîran 2014an: Mesûd Barzanî ragihand ku madeya 140î nehatiye sepandin û herêmên nakok dê têkevin bin kontrola Birêveberiya Herêma Kurdistanê.

3 temûza 2014an: Mesûd Barzanî daxwaza pêkanîna referandûma serxwebûnê pêşkêşî parlementoya Kurdistanê kir.

25 Îlona 2017an: Herêma Kurdistanê dê referandûma serxwebûnê pêk bîne.

"Tu dixwazî ku herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên derveyî herêmê bibin serbixwe?"
Ev pirsyar dê bi çar zimanan(kurdî, erebî, turkmenî û asûrî) bê kirin û dengder jî dê wiha deng bidin.
Parlementoya Herêma Kurdistanê di 15ê Îlona 2017an de roja înê biryara pêkanîna referandûmê pesend kir.
Festîvala Çandeyî ya Kurdî Navvneteweyî ya 25an a li Kolna Almanyayê hatibû lidarxistin.
HERÊMA KURDÎ YA BI IRAQÊ VE GIRÊDAYÎ
NUFUS
HERÊMA KURDISTANÊ: 5 MILYON
IRAQ: 37 MILYON
BERFIREHIYA ERDÎ
HERÊMA KURDISTANÊ: 78 736 km2
IRAQ: 438 318 km2
THB
Herêma Kurdsitanê: 23,6 milyar dolarê amerîkî

Iraq: 165,1 milyar dolarê amerîkî
THBYA JI HER KESEKÎ RE DIKEVE
Herêma Kurdistanê: 7 700 Dolarên amerîkî


Iraq: 4 455 dolarên amerîkî
ÇAVKANIYÊN GAZA SURIŞTÎ
Herêma Kurdistanê: 2,83 trilyon metroyên kabik


Iraq: 3 819,9 milyar metroyên kabik
ÇAVKANIYÊN PETROLÊ
Herêma Kurdıstanê: 45 milyar bermîl


Iraq: 148,766 milyar bermîl
Xwenîşanda Serxwebûna Herêma Kurdistanê ya li Swêdê
Xwenîşandana Serxwebûnê ya li paytextê herêma li Hewlêrê
Aborî
Sektorên sereke yên aboriya Herêma Kurdistanê
Firotina gaza suriştî û petrolê
Rezerveyên gazê yên li herêma Kurdistanê hatine keşifkirin, nêzîkî 90% ji tevahiya rezerveyên tevahiya Iraqê pêk tîne.
Çandinî û ajaldarî
Mêwe, pembû, tûtin, ceh û genim li Herêma Kurdistanê şîn tên
Cawkarî, xwarin, avahîsazî
Herwiha çemento jî li herêmê tê hilberandin.
Çavkaniyên Madenê
Mermer, hesin, nîkel, komur, paxir, zêr, kevirê kilsê, tûtya û li Hewlêrê mezintirîn pêgeha kekurdê ya cîhanê li Hewlêrê ye.
HEJMARA LEŞKERAN
Hejmara leşkerên li Iraqê
Nêzîkî 298 000
168 heza leşkerên mobîlîze ne û nêzîkî 130 hezarî jî milîsên Heşdî Şeibî hene
Leşkerên Herêma Kurdistanê
Nêzîkî 230 000
Pêşmerge
PÊŞMERGE
ARTÊŞA IRAQÊ
Hilberandina Çavkaniyên Enerjiyê ya Çavkaniyên Hîdrokarbonê li Birêveberiya Herêma Kurdistanê
Çend şirket hevkariyê bi Herêma Kurdistanê re di mijarên lojîstîk, bingeh, hilberandin, keşfa gaza suriştî û petrolê li herêmê dikin. Li gorî nirxandina Herêma Kurdistanê, 45 milyar (herî kêm 6 milyar ton) rezerveyên bermîlên petrolê hene. Herwiha 45 milyar metreyên kabil rezerveyên gaza suriştî heye anku 90% ji tevahiya rezerveyên Iraqê.
2.83 trîlyon metroyên kabik
Rezerveyên gaza suriştî yên li Herêma Kurdistanê
45 milyar bermîl
Rezerveyên petrola li Herêma Kurdistanê
530 hezar bermîl/roj
Hilberandina petrolê (çarîka yekem a sala 2017an)

300-350 hezar bermîl/roj
Derfirotina petrolê (çarîka pêşî ya sala 2017an)
Ji Rosneftê û Herêma Kurdistanê dê xeta gazê ava bikin
Şirketa petrol a rusî Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veguhestina xaza siruştî bo Tirkiye û Ewropayê xeta boriya gaza siruştî ava dikin.
Hîn bêtir
Peskov: Pûtîn û Barzanî li ser hevkarîya qada enerjîyê peyivîn
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser derfetên hevkarîya di qadên petrol û enerjîyê de axivîn.
Hîn bêtir
Herêma Kurdistanê û şirketa Rosneft a rûsî peyman îmze kir
Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketa Rosneft a rûsî di nav xwe de peymanek îmze kirin.
Hîn bêtir
HEJMARA KURDAN LI WELATÊN DIN
Tirkiye
14.7 – 15 milyon

%18.8 ji nifûsa welêt
Îran
8.1 – 10 milyon

%12 ji nifûsa welêt
Iraq
5.5 – 8 milyon

%20 ji nifûsa welêt
Sûriye
1.7 – 3 milyon

%15.8 ji nifûsa welêt
Made on
Tilda