Ka lê binêrin avakirina Nînjiy Novgorod di çîrokên gel de çawa tê vegotin:
Dema ku Şahê Spî bi parastvanên xwe re di çemê Volgayê de avjenî dikir li Çiyayên Dyatlovê rawestiyan û li vir Mordovyayiyên ji bo xwedawendên xwe yên pagan dia dikirin, dîtin. Şahê Spî ferman da xizmetkarên xwe, ku ji bo her serekê Mordovyayî fiçiyeke zêr û zîv diyarî bikin. Serekên Mordovyayî jî ji bo spasiya xwe pêşkeş bikin, beroşên tijî nan, hingiv û xwê ji Şahê Spî re şandin. Lê ciwanên qasid ên Mordovyayî di rê de westiyan û ew hemû nan, hingiv û xwê xwarin û ji bo kes nebihîze ew beroş tijî ax û xîz kirin û pêşkeşî şah kirin.
Şah bi spasî ew diyarî qebûl kirin û bi gotinên, "Ji bo ku te axa Mordovyayê da destê me" ez spasiya te dikim. Ji ber ku ew difikirî ku Mordovyayiyan axa xwe daye wî. Şah avjeniya xwe ya di çem de domand û ew ax û xîz li rêya xwe belav kir. Li cihên ku wî bi çengan ew ax û xîz lê belav kir bajar, li cihên ku bi kulman jî belav kir şûnwarên mezin ava kirin.
Bi vî awayî Rûs hatin ser axa Mordovyayê û li perava çemên Oka û Volgayê jî 'Bajarê Nû', yanî Novgorod ava kirin. Navê bajêr paşê bû Nîjniy (jêr) Novgorod. Ev jî belkî ji ber ku Velikiy Novgoroda di nava sedsala 9an de li rojavayê bakur ê Rûsyayê hatibû avakirin li axa jêr bû, belkî jî li gorî bajarê berê hîn li jêr çem bû.