Di sedsala 16 û 17 de ji bo Çarîtiya Rûs, ji êrîşên tatarên Kirimê, nogayan û başkirtan were parastin, li sînorên Mordovyaya îro bi navê zaseçnaya çerta (xeta parastinê) pergaleke avahiyên îstîhkamê hatin avakirin. Ev xetên parastinê li nav daristanan bi darên ku hatine birîn, li qelaçan, bi xendek û girikên axê, li çirav û axên nizm jî bi bendav û dîwarên qazoxî dihatin avakirin. Li ser van sînoran herwiha baru, keleh û bajarên asê dihatin avakirin.
Saransk ji roja avabûna xwe ve di warê parastina sînorî de xwedî erkeke giring bû. Li vî bajarê ku nû hate avakirin, gelek Qazakên ku berê li kelehên derdorê bûn, tîravêj, topavêj û muhafiz hatin wezîfedar kirin.